Mesûd Kaso: Di şerê DAÎŞ de Kurd Xizmeta Amerîka û Ewropa Dikin

Mesȗd Kaso li Londonê dijî.

Di civîneke awarte de, wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku alîkariya leşkerî pêşkêşî hikûmeta Kurdistana Îraqê bikin. Armanca wê alîkariyê jî şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî ye.

Di vê derbarê de parêzer Mesûd Kaso ji Dengê Amerîka re dibêje ku Kurd di rewşa nuha de xizmeta berjiwendiyên welatên Rojava li herêmê dikin, "jiber ku Kurd şerê terorê dikin. Ev jî li gorî dilê Amerîka û Eworpa ye."

Birêz Kaso ku nuha li Brîtanya dijî, herwiha dide zanîn ku komkujiyên derheqê Kurdên Êzîdî jî bûn fakter ku ev alîkariya leşkerî jibo Kurdan bileztir were holê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Mesûd Kaso re