Fêsel Bedir: Yekîtiya Kurdan Dê Hemû Pêkhateyên Kurdistana Sûriyê ji DAIŞê Biparêzin

Fêsel Bedir li Almanyayê dijî.

Piştî şerê di nav şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de li parêgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, agirbestek di nav herdu aliyan de bû, lê hîn jî metirsîn heye ku careke din DAIŞ êrîşên tund li ser bajêr bike.

Di derbarê vê rewşê de siyasetmedarê serbixwe Fêsel Bedir ji Dengê Amerîka re dibêje ku yekîtiya Kurdên Rojava dikare Kurdan û pêkhateyên din li herêmê biparêzin. Wî got, "divê PYDê rê li ber partiyên veke û yekîtiyekê siyasî û leşkerî durist bike."

Birêz Fêsel ku nuha li Almanya dijî herwiha Encûmena Neştimanî ya Sûrî xiste ber pirsê û got divê ew helwesta xwe derbarê çekdarên li Hesekê yên êrîşan li ser Kurdan dikin, eşkere bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvina Fêsel _Bedir_08_16_LA