Hevpeyvînek ligel Helbestvana Genc Şêrîn Elîko

Şêrîn Elîko.

Şêrîn Elîko helbestvan û nivîskareke genc e ji bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê ye. Ji temenekî biçûk de wê dest bi nivîsîna helbest û çîrokan kiriye.

Ew bi Erebî û Kurdî dinivîse, lê di çend salên dawî de ew giraniya helbestên xwe bi zimanê xwe yê dê dinivîse.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, xanim Elîko dibêje, di çend salên dawî de rewşa wêjeya Kurd li Sûriyê pêşketiye, jiber ku zimanê Kurdî azad bûye û her kes nuha derfet heye ku bi serbestî fêrî zimanê xwe bibe.

Xanin Elîko herwiha dide xuyakirin ku "ji dema şoreşa Sûriyê destpê kiriye, jina Kurd di gelek waran de çalaktir bûye."

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Şêrîn Elîko re