Dengê Zelal ji Bajarê Dirbêsiyê Weşana Xwe Dike

Logo ji rûpela Dengê Zelal ya Facebookê hatiye wergirtin.

Radyoya Dengê Zelal ji bajarê Dirbêsiyê yê Kurdistana Sûriyê weşana xwe dike. Ew yekemîn radyo ye ku li wî bajarî tê damezrandin.

Derbarê destpêk û xebata Dengê Zelal, Ebdulezîz Temmê ji Dengê Amerîka re dipeyive. Birêz Temmê karmendekî radyo ye û çend programan pêşkêş dike.

Birêz Temmê dide zanîn ku radyoya wan xizmeteke mezin dide xelkê bajêr û derdorê, jiber ku ew êşên xelkê tîne pêş û wiha jî zimanê Kurdî pêşve dixîne.

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Ebdulezîz Temmê re