Netewên Yekgirtî Wê Vekolînê li ser Tawanên li Şengalê Bike

Komisyona Mafê Mirovan ya N.Y dibêjit, belge hene li ser pêşêlîyên mafê mirovan li deverên ketîne jêr destê Dewlet al Îslam.

Netewên Yekgirtî daxwazê ji civaka nêvnetewyî dike alîkarîya parastina kêmanîyên Îraqê kû bûne armanca hêrîşên komela Dewlet al-Îslam. Komisyona Mafê Mirovan ya N.Y dibêjit, belge hene li ser pêşêlîyên mafê mirovan li deverên ketîne jêr destê wê komelê. Komisyon dibêje, ew pêşêlî sîstimatîk û bi mebest bûn bo çewsandina xwedî bawerên olî yên ne-Musilman û ewê desteyekê jibo vekolîna li ser van tawana bi hinêrit Îraqê.

Şandekê Êzdîyan li civîna Komisyona Mafê Mirovan ya N.Y amede bû û gutarek pêşkeşî civatê kir. Sê ji endamêm desteyê Dr. Seîd Pîr Çîço, Dr. Narîn Bedîa û Dr. Alî Husên Elyas mêvanên bernama Em û Sîyaset bûn;

Jibo guhdarîkirina bernamê linka deng dagire;

Your browser doesn’t support HTML5

Em u Siyaset