Alan Reşik: Divê Amerîka Kurdan Têxe Nav Stratejiya Xwe

Alan Reşik

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Çarşemê plana xwe ya jibo şerê rêxistina radîkal ya Dewleta Îslamî eşkere dike.

Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkî agahiyan derbarê vê planê bide, bi taybet derbarê şerê Dewleta Îslamî li Sûriyê.

Di vê derbarê de, çalakvan Alan Reşik dibêje ku pêwîst e Amerîka hebûn û hêza Kurdên Sûrî bide ber çavên xwe jiber ku Kurd dizanin çawa şerê çekdarên Îslamî bikin û ev bûye bêtirî salekê şerê wan dikin.

Birêz Reşik herwiha dide zanîn ku Kurd bûne hêzeke defakto li Rojhilata Navîn û nuha Ewropa û Amerîka bi çavekî din li wan dinêre.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Alan Reşik re