Bi destpêkirina êrîşên ezmanî yên Amerîka û hevbendên wê li ser bingehên Daiş li Parêzgeha Reqa û derdora wê, birek ji xelkê Kurd ku derbasî aliyê Turkiya bûbûn vegeriyan Kobanê, lê hejmara herî mezin hîn li Turkiyê ye û çavdêriya vegerê dikin.
Rojnamevan Imer Kalo ku li wir dimîne û ji nêzîk ve rewşê dişopîne, dibêje ku xelk bi deh hezaran li ser sînor bê ser û ber mane û çi alîkariyên berbiçav ji aliyê rêxistinên navnetewî de ji bo wan nahête kirin.
Di vê derbarê de Kalo bal kişande ser alîkariya Kurdên Turkiyê bo kurdên Sûriyê û vekirin deriyên xwe ji bo wan.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê vê lînkê klîk bikin.
Your browser doesn’t support HTML5