Bizavkar Dibêjin 14 Kes di Êrîşên Esmanî de li Sûrîyê Hatine Kuştin

Bizavkarên Sûrî dibêjin di êrîşên esmanî yên bi pêşengîya Amerîka de 14 endamên DAÎŞ û 5 sîvîl hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku di êrîşên demeke zûtir ya îro Pêncşemê li herêma Derêzor û Heseke xist.

Roja Çarşemê jî hêzên Amerîkî, Saudî û Mîrgehen Erebî 13 êrîş li ser hedefên DAÎŞ yên rojhilata Sûrîyê kirin.