Hikûmeta Australya biryar da ku êrîşên esmanî li dijî DAÎŞ bike û wek beşeke ji koalîyona navnetewî, hêzeke taybet bişîne Îraqê ku şerî wê rêxistina tundrê bike.
Serokwezîrê Australya Tony Abbott îro Înê got karê DAÎŞ tenê kuştinkarî ye û di berjewendîya welatê wî de ye ku DAÎŞ têk bibe.
Australya berê jî 400 personelên hêzên esmanî, 200 leşkerên hêzên taybet û 11 firok şandibûn hewlên dijî DAÎŞ.