Kurdên Tirkiyê Alîkariya Penaberên Kobanê Dikin

dîmenek ji Kobanê.

Hevkarê Dengê Amerîka Luqman Ehmed li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê bû, nêzîk bajarê Kobanê ku nuha rastî êrîşên hovane yên rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) tê.

Hevkarê me dibêje ku şer di navbera terorîst û şervanên Kurd de berdewam e û mîlîtan li ser sînorê bajêr in.

Herwiha, li gorî tê ragihandin, xelkê bajarê Surucê bi hemû hewilên xwe alîkariya penaberên Kobanê dikin ku ji ber şer dev ji cih û warên xwe berdane.

Jibo guhdarîkirina dirêjahiya hevpeyvînê, fayla dengî klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Luqman Ehmed re