Li Kampên Awareyên Êzîdî Cejna Şêx Adî

6-13 meha 10 Cejna Şêx Adî ye. Beriya êrîşên hovane yên DAÎŞê li ser Şengalê, Êzîdî cejna xwe li Laleşê pîroz dikirin. Lê piştî fermana bi serê wan hat, bi sed hezaran Êzîdî mecbûr bûn ji cih û warê xwe koç bikin. Awareyên Êzîdî jiber vê yekê îsal cejnê jî pîroz nekirin.

Pîra Koçer bi kur û bûkên xwe re ji gundê dora Şengalê hatine û nuha li kampa Diyarbekirê dijîn. Wê behsa cejnên berê kir û got “Cejn nemaye xelefa me xwedê ye.”

Xalid jî got “Namûsa me di bin lingê DAİŞê de çû helake emê çawa cejnê pîroz bikin.”

Şêrîn jî got “Destê me ji Şêx Adî qut bû.”

Your browser doesn’t support HTML5

Cejna Şêx Adî li Kampa Êzîdiyan