Serokwezîrê Kanada dibêje, ew ticar stûyê xwe li hember êrîşên ku li Ottawa û nêzîkî Montreal çêbûne, xwar nakin.
Serokwezîr Stephen Harper di axaftina xwe ya televîzyonî de êvara Çarşemê got, êw êrîş hişyarî ye ku reng e êrîşên nû yên terorîstî di paşerojê de biqewimin.
Harper soz da ku ewê pîvanên pêdivî wergirin ku nexşeyên êrîşên nû eşkere bikin û pêşîya wan êrîşana bigirin.
Do Çarşemê êrîşvanekî 32 salî yê bi navê Michael Zehaf-Bibeau li hindurê avahîya parlemanê hatibû kuştin, piştî ku wî leşkerî Kanadî kuştibû.
Serokê Amerîka Barack Obama piştî êrîşên Çarşemê telefona Serokwezîr Harper kir û sersaxî xwest.
Obama bal kişand ser girîngîya hewlên hevbeş yên her du welat, li dijî terorîzma Îslama radîkal.