Berdevkê YPG li Kobanê Şoreş Hesen: Şerên Pir Giran li Kobanê Diqewimin

Şervanên YPG

Di vê hevpeyvîna taybet de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê Şoreş Hesen agahîyên girîng li ser êrîşên Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) dide.

Birêz Hesen dibêje, ji destpêbûna êrîşên DÎÎŞ vir ve şerên herî dijwar di nav vê hefteyê de diqewimin.

"Jiber ku komên çete dixwazin derîyê sînor bistînin bi awayekî pir giran, bi hêzên pir mezin êrîşî me dikin. Lê, em jî bi hemî derfetên xwe berxwe didin û nahêlin ku derî bikeve destê wan."

Hesen şabûna xwe bi hatina pêşmergeyan dîyar dike û dibêje erka hemî Kurdan e ku Kobanê biparêzin.

Your browser doesn’t support HTML5

Şoreş_Hesen_Kobane_YPG_RR