Rêxistineke mafên mirov ya Sûrî dibêje, rejîma Sûrî êrîşeke asmanî li bajarokekî bakurê welêt destpê pêk aniye û di encama wê de 21 kes hatine kuştin û 100 birîndar ketine.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, firokên artêşa Sûrî roja Şemiyê bermîlên teqînok avêtin ser bajarê Bab yê bakurê Sûriyê. Ev bajar yek ji bingehên sereke yên rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî ne.
Bermîlên teqînok ne pêşketî ne, lê ew wekî çekên kujer tên bikar anîn. Ew bi madeyên teqandin û neftê tên tijî kirin û bi awayekî nesîstematîk ji helîkopter û firokeyan tên avêtin ser deverên serhildayan.
Ji destpêka êrîşên asmanî yên Amerîkî li dijî Dewleta Îslamî li Sûriyê û Îraqê, komandarên serhildayan hişyarî dane ku hikûmeta Serok beşar Esed vê destkariya Amerîkî wekî derfet bibînin jibo zêdekirina êrîşan li dijî rikaberên wê.
Çavdêriya Sûrî bang li NY dike ku êrîşên Esed yên asmanî hildin Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî jibo vekolîna tawanên dijî mirovahiyê.