Obama Bang li Rûsya Dike ku Rêze li Agirbesta Îlonê li Ukrayna Bigire

Serokê Amerîka Barack Obama bang li Rûsya kir ku rêze li agirbesta meha Îlonê bigire ku navbera Kîev û serhildayên ser bi Rûsya ve hatibû îmza kirin.

Şîretvanê Ewlekekarî yê Qesra Spî Ben Rhodes dibêje, Serok Obama ew peyama xwe di hilcivîna Pekînê de gihand Serokê Rûsya Vladimir Putin.

Rhodes herwiha ji rojnamevanan re got, birêz Obama wê krîza Ukrayna di hilcivîna G20ê de, li Brisbane, Australya bi rêberên Ewropî re gotûbêj bike.

Çavdêrên NATO û Ewropî radigihînin ku di nav çend rojên borî de tank, sîlah û leşkerên Rûsî tixub derbaz kirin û çûn Ukrayna.

Moskow bi berdewamî maytekirina xwe li Ukrayna red dike ûhêzên Rûsî jî wek dilxwazên ku ligel serhildayan şer dikin, nîşan dide.