Fehîm Ebdulla li Ser Rewşa Penaberên Rojava li Duhokê Dipeyive

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, Fehîm Ebdulla, serokê encûmena Parêzgeha Duhokê dibêje, rewşa penaberên Kurdên Rojava nebaş e, lê encûmena parêzgehê bi hemû hêz û karîna xwe hewil dide xizmet û alîkariyê pêşkêş wan penaberan bike.

Birêz Ebdulla herwiha bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî dike ku bêtir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, jiber ku jimara penaberan gelekî pir bûye û hikûmet dê bi tena xwe nikare vî barî hilgire.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvin digel Fahim Ebdula