Şerê Kobaniyê ku ev serê sê mehan berdewam dibe li dijî çekdarên Deweleta Islamî ji aliyê hêzên Kurd û hevpeymaniya Navnetewî ve, gelek ziyan gihandiye jiyan û rêjeyên abûriya bajêr ku demeke dirêj divê ta ku ji nû ve were avakirin.
Dr. Musallam Talas, mîna pisporekî abûrînas û mamosteyê beşê abûriyê li zanîngeha Mêrdînê, di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re roniyê tîne ser wan ziyanan û di heman demê de projeya xwe ya abûrî di derabrê jinûve avakirina Kobaniyê de şîrove dike.
Dr.Talas dibêje, Dewleta Islamî bi zanebûke sîstematîk wêrana abûriya Kobaniyê dike û bêy ku hayê kesekî jê hebe. Dr. Talas hêzên hevpeymaniya Navnetewî jî tewanbar kir bi vê wêranê û wan kir berpirsyarê avakirina wê, piştî bidawîkirina şer.
Your browser doesn’t support HTML5