Azad Kurdî:“Mala Êzidî” li Ewropa Yekem Çalakiya Xwe Dike

Mala Êzîdî li welatê Belcîkayê konserteke muzîkê pêk anî bo piştgirîya jinên Êzîdî ewên li ser destê çekdarên DAÎŞê hatin revandin. Dahatê wê çalakiyê wê bo alîkarîkirina penaberên Şengalê were bikar anîn.

Rojnamevan Azad Kurdî di hevpeyvînekê digel dengê Amerîka dibêje, ev yek ji hejmareke çalakiyan bû ku ji aliyê Kurdan ve li Ewropayê dête kirin û yekem çalakiya Mala Êzîdî bû. Konsert bi awayekî baş birêve çû lê hêşta ne li cihê hêviyan bû.

Birêz Kurdî got, hejmareke zor a çalakiyan li dema çend mehên borî hatine kirin, lê mixabin her partîyeke sîyasî bi cudahî kirine li demê Kurd li her parçeyekî Kurdistanê hevxem û hevdoz in û bûyerên wekî revandina jinên Êzîdî û komkujî divê Kurdan bikin yek.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvin digel Azad Kurdî