Berdewamiya şer li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Kobniyê û herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdisatnê, bûye cihê balkişandina hemû cîhanê û raya giştî.
Şerê Kobaniyê şaxê xwe berdaye nav her beşê jiyana gelê Kurd û bi taybetî di warê hunerî de ku piştgiriya vê xebat û berxwedanê li eniyên şer dike.
Hunermendê Kurd Bangîn (Hikmet Cemîl) xwediyê stirana navdar ya bi navê (Zinara Erebî) li dijî rêjîma Be'is li Sûriyê, çûbû serdana eniyên şer li Kobaniyê û Serêkaniyê ta piştgiriya xwe ji şervanê Kurdan re diyar bike.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Bangîn nêrîn û bîr û bûçûnên xwe di wê serdanê de bi guhdaran re parve dike.
Birêz Bangîn dibêje, "piştgiriya xebata li dijî çeteyên DAIŞê erkê her Kurdekî ye û bi taybetî kesên hunermend ku di berhemên xwe de dengê wan şervan û berxwedana ku li eniyên şer dibin bighînin cîhanê."
Ji bo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî klîk bikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Ji bo guhdarîkirina stirana hunermend Bangîn ya herî dawî li ser Kobaniyê, vir klîk bikin.