Di encama êrîşeke otomobîlî ya hember konvoyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de herî kêm 3 kes li paytaxt Somal Mogadişu hatin kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn.
Êrîşa îro Çarşemê li nêzîkî firîngeha navnetewî, qewimî ku bi başî dihat parastin.
Hate ragihandin ku di heman taxê de jimareke balzyozvaneyên bîyanî û navenda Neteweyên Yekbûyî jî heye.
Berdevkekî NY got, kesek ji wan nehatiye kuştin û birîndar kirin.
Koma el Şabab ya tundrê daxuyanîyek weşand û berpirsîya wê êrîşê girt ser xwe.