Dr. Irfan: Fikra Selefî Baweriyê bi Netewan Nake

Li gor raportan hejmareke xortên Kurd ketine nav rêzên rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî (Daîş), li dema civaka Kurdan bi Misilmantiyeke nermrê hatiye nasîn.

Serokê Komîteya Fetwa li Herêma Kurdistanê Dr. Irfan Reşîd ji Dengê Amerîka re debêje, asta bêkarîyê û nebûna dezgeheke ragihandinê ji bo geşepêdana hizra xortan, bûne eger jibo çûna hindek xortên Kurd li nav rêzên Daîşê.

Dr. Reşîd herwisa got, rênmayên gotarbêjên mizgeftan li Herêma Kurdistanê bendoreke baş li ser kêmkirina tevlîbûna xortên başûrê Kurdistanê li nav rêzên teroristan heye.

Dirêjahiya vê hevpeyvînê li ser fayla dengî ya jêrîn guhdarî bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvin digel Dr. Irfan Raşîd