Mihemed Hekîm: Rêkeftina Hikûmeta Silêmaniyê Sîyasî bû

Bizava Goran û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêkanîna hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Silêmaiyê lihev kirin. Li gorî rêkeftinê, jibo du salan dê hikûmet li jêr desthilata YNK be û du salên mayî dê li jêr desthilata Bizava Goran be.

Lê belê, rêkeftin bûye cihê nerazîbûna aliyên din weku Lîsta Xizmetê.

Pevdarê Komela Islamê a Kurdistanê Mihemed Hekîm bibêje, ev rêkeftineke siyasî ye û zêdegaviyê bi ser mafên aliyên din dike. Wî da zanîn, eger ev pirsgirêk çareser nebe, Lîsta Xizmetê dê bibe opozisyon.

Birêz Hekîm da zanîn, "paşmaên şerê navxeweyî hîn hene û jiber hindê demokrasî li Herêma Kurdistanê cihgir nabe."

Your browser doesn’t support HTML5

hevpeyvin digel Mohemed Hekîn