Wezîrê Derve yê Tirkîyê Cavusoglu: Em Rejîma Esed Rêwa Nabînin

Jiber şerê berdewam li Sûrîyê bi mîlyonan kes bûn penaber

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Çarşemê li Îranê got ku ew rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed rêwa nabînin.

Cavusoglu di civîna ragihandinê hevbeş ya ligel hevtayê xwe Îranî Mihemed Cevad Zarif de li Tehranê peyîvî.

“Tevî ku Tirkîye û Îran li ser kêşeya Sûrîyê cudabîr bin jî, hewila me didome ku çareserîyeke hevpişk peyda bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Îran bi xurtî piştgirîya Esed dike û dirav û şewirmendên leşkerî dişîne Sûrîyê û bi alîyê sîyasî ve jî destek dide wî.

Serdana Cavusoglu di vê demê de tê ku serokwezîrê Sûrîyê Wael el Halaqi ji jibo hevdîtinan li Tehranê ye.