Ji bo Girtiyên Urmiyê Xwepêşandinek li Amedê Hate Lidarxistin

Xwepêşandina Amedê

Partiya Herêmên Demokrat (DBP) jibo zordestiya rejîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî yên kurd, herwiha jibo pakêta ewlekariyê û kuştina ciwanê Kurd Kadir Çakmak şermezar bike, xwepêşandinek li Amedê lidar xist.

Hevserokên DBPê yên Amedê Alî Şîmşek û Hafîze Îpek daxuyaniyek dan û destnîşan kirin, ji Urmîyê heta Kobaniyê li çar aliyên Kurdistanê Kurd berxwedanekê dikin.

Derbarê kuştina gencê Kurd Kadir Çakmak jî, Alî Şîmşek got, "Bedena zarokan bi salane dibe armanca guleyên polêsan û bi sedan ciwan û zarok ji aliye polêsan tên qetil kirin. Ew kesên ku Kadir Çakmak kuştin, ew in ku neyarên însaniyetiyê ne."

Çend xwepêşander jî ji Dengê Amerîka re armanca beşdariya xwe parvekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Xwepêşandin li Amedê