Abûriya Amerîkî bi Rêjeya 5 % Zêde Bûye

Bazara Sehman ya New York'ê.

Abûriya Amerîka bi rêjeya 5 ji sedî zêde bûye, ev jî rêjeya herî bilind e di nav 11 salên dawî de.

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkî raporta xwe roja Sêşemê weşand û tê de da xuyakirin ku zêdebûneke baş di asta abûrî de li nav mehên Tîrmeh, Tebax û Êlûnê de çê bûye.

Raport nîşan dide ku di van sê mehan de asta berhemdana xwecihî bilind bûye. Ev yek jî pîvanên navneteweyî nîşana abûriyeke saxlem e.