Karbidestên Koreya Başûrî dibêjin, Seul, Amerîka û Japonya li ser parvekirina zanyarîyên îstixbaratî di derbarê muşek û programa navokî ya Koreya Bakur li hev kirine.
Karbidestan Îro Îniyê gotin ku ev peyamanaa sê-alî wê bihêle her sê hevalbendên wê jibo lêvegerîna li ser hemî gavên Koreya Bakur yên nepîvandî û nehaydar amade bin.
Diyar dibe ku ev peyman, wê bi taybetî jibo kiryarên Koreya Bakur yên navokî û leşkerî be.
Karbidestên Koreya Başûrî dibêjin, ew peyman wê roja Duşemê ji alîyê cîgirên wezîrên her sê welatan ve bi fermî were imza kirin.