Kim Jong Un: Em ji Danûstaninên ligel Seul re Vekirî ne

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un dibêje, ew jî firehkirina hevkarî û danûstandinan ligel Koreya Başûr ya hevrik vekirî ye.

Birêz Kim di axaftina salane ya sala nû de got, ew hizra domkirina danûstandinên astabilind yên ligel Seulê bike ku ew demeke xetimîbûn.

Pêşnîyara Kim di vê demê de tê, ku Koreya Başûr vê heftê gotibû ew dixwaze danûstandin di demeke nêzîk de destpê bikin.

Wezîrê Yekkirina Koreyan ya Seulê Ryoo Kihl-jae gotinên Kim bi erênî pêşwazî kir û got, eger ew samîmî ye dive pêşnîyara me qebûl bike.