Komeleya Şêx Seîd Dixwaze Bibe Zanîngeh

Komeleya Şêx Seîd li Oktobera 2014 hate damezrandin.

Nevî û xizmên Şêx Seîd li Amedê li ser navê wî komeleyek ava kirine. Komele di destpêkê de hin bername û çalakiyên kulturî û dîrokî daye pêş xwe. Lê armanca wê ya herî mezin ew e li ser navê Şêx Seîd zanîngehekê vekin.

Nûnerê komela Şêx Seîd, Mihemed Akar ji Dengê Amerîka re behsa armanca avakirina komelê dike.

Hêjayî gotinê ye navê meydana ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin sêdarekirin bi biryara bajarvaniya Amedê hate guhertin û navê Qada Deriyê Çiyê kirin Qada Şêx Seîd. Birêz Akar ku endamê meclîsa bajarvaniya mezin e, behsa vê biryarê jî kir.

Jibo li dirêjahiya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, fayla deng klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Komeleya Şêx Seîd Pîran