Hevpeymaniya Niştimanî Sûrî Serokekî Nû Hildibijêre

Xalid Xoce

Grûpa sereke ya opozisyona Sûrî ku welatên Rojava piştgiriya wê dikin, rêberekî nû ji xwe re hilbijart.

Di dengdanekê de ku Yekşemê bi şev pêk hat, Xalid Xoce wekî serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî hate hilbijartin.

Hevpeymanî dûr ji opozisyona leşkerî ya ku şerê hikûmeta Beşar Esed dike, tê dîtin. Lê belê, ew beşdarî gotûbêjên navneteweyî ligel hikûmeta Esed dikin, bi hêviya gihiştina çareseriyekê ji bo şerê navxweyî yê Sûrî ku ji 2011li dar e.

Birêz Xoce cihê serokê berê Hadî el Behra digire.