Şaxewan Ebdula: Li Hember Pirsên Netewî Yekgirtin Heye

Parlemana Îraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li kombûna digel fraksyonên Kurd li parlemana Îraqî rijdî li yekgirtina Kurdan li Bexdayê kir jibo bidestxistina mafên netewî yên Kurdan.

Parlemanterê Kurd li parlemana Îraqê Şaxewan Ebdulla di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, kombûna ligel serokwezîr destxweşîkirin bû li ser yekhelwestiya aliyên siyasî yên Kurdan derbarê pesendkirina behra Kurdan di budceya hikûmeta Îraqî de.

Birêz Ebdulla herwiha got, eger boçûnên cuda di nav endamên Kurd de hebin, ew nayê wê wateyê ku yek helwestî li ser pirsên niştimanî tune ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Şaxewan Edbulla