Alîkariyên WFP bi logoyên Daîş li Sûriyê Tên Belavkirin

Programa Xwarina Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) dibêje, ew gelekî xembar e derbarê wêneyên ku li ser malperên medyaya civakî hatine belav kirin, tê de logoyên Dewleta Îslamî (Daîş) li ser kartonên xwarinê yên WFP tên diyar kirin.

Muhened Hadî, Kordanîtorê Awarte yê WFP li Sûriyê dibêje, “WFP vî karî şermezar dike û bang li hemû aliyên şer li Sûriyê dike ku rêzê li prensîpên mirovahî bigirin û rê bidin hemû karmendên alîkariyê ku xwarin û alîkariyê bigihînin malbatên birçî û hejar li nav Sûriyê.”

Daîş hewil dide kontrola xwe li ser bi milyonan xelkên Sûriyê û Îraqê ferz bike. Daîş sûdê ji rewşa xirab ya xelkê digire û bi riya wê hewil dide xwe wekî hikûmeteke bikêr bide xuya kirin.