Nivîskar Salih Cefer: DAÎŞ Dijî Îslam û Hemî Olan e

Do vîdyoyeke de ku do Sêşemê li ser înternetê hatibû belav kirin, firokevanê Urdunî Muath al- Kaseasbeh ji alîyê terorîstên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve dihat şewitandin.

Nerazîbûna cîhanê li hember wê kiryara hovane bilind dibe û gelek dewlet wê kiryarê şermezar dikin û soza şerekî xurt li dijî DAÎŞ didin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskar Salih Cefer kuştina pîlote Urdunî şîrove dike û dibêje DAÎŞ jibo tevahîya cîhanê gefeke serekî ye.

“Pîlotê Urdunî Kassasbeh ku hate kuştin, hem Ereb bû û hem jî Misilman bû. Ew koma terorîst nîşan da ku armanca wê ne di xizmeta Îslamê de ye.”

Cefer dibêje, piştî wê kiryara dawî, dewletên cîhanê wê helwesteke xurtir li dijî wê koma terorîst nîşan bidin û denge xwe bilindtir bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Salih_Cefer_2_4_15_RR