Qedexeya Çûnûhatina bi Şev li Bexdayê bi Dawî Tê

Welatiyên Îraqê kêfxweşiya xwe bi hilanîna qedexeya çûnûhatinê derbirîn dikin.

Qedexeya ser çûnûhatina bi şevê li Bexdaya paytexta Îraqê bi dawî hate, çend demjimêran piştî zincîreke teqîn bûn sedema kuştina bi kêmî 37 kesan û birîndarbûna bi dehan kesên din.

Qedexeya çûnûhatinê nîvê şevê bi dawî bû û vê yekê rê da welatiyên Bexdayê ku di demjimêrên zû yên Yekşemê de dakevin kolanan.

Qedexeya bi şevê berî deh salan li Bexdayê hatibû ferz kirin, di hewildanekê de jibo kêmkirina tundûtûjî û revandinê.