Behzad Derwîş: Pesna berxwedana Hêzên Pêşmerge û Hevpaymanan did

Zanîngeha Ezherê ligel 40 kesayetiyên nûnerên dezgehên olî û û akademî bi beşdarbûna Şahê Urdunê, konfranseke navneteweyî dijî terorê li Emman paytexta Urdunê pêk anî.

Konferans di demekê de hat ku bandora rêxistina terorîst Daîş roj bi roj li herêma Rojhilata Navîn belav dibe.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê Perlamanî Herêma Kurdistanê li ser lista Yekgirtû Îslamî Behzad Derwîş dibêje, ev cure konferans zor girîng in jibo şikandina terorê û nehêlana hizra tund yên ku ji têgehên Îslamê dûr in.

Birêz Derwîş herwisa got, zor girîng e rê li ber îdyolojiya tûnd bê girtin da ku hêz û hebûna terorê ji holê rabin, li vê dema ku wî pesna Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan da.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Bezad Derwîş