Şaxewan Delo: Girîngiya Devera Bexdadî, Nêzkî bingeha Leşkerî Amerîkî ye

Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşeke mezin bi ser devera Bexdadî ya Parêzgeha Enbar pêk anîne ku nêzîkî bingeha leşkerî ya Esade. Hêzên Amerîkî li wê bingehê rahênanê didin leşkerên Îraqî.

Endamê komîteyaa parastin û berevaniya parlamena Îraqî Şaxewan Delo di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, lawaziya leşkerê
Îraqî û êrîşa çekdarên Daîş derfeta peydakirina çekdarên Şîa çê kiriye da ku roleke mezin di şerê dijî terorê de bilîzin.

Birêz Delo herwisa got, jiber şêwaza nedurist ya avakirina leşkerê Îraqê, wî nikarîbû xwe li ber êrîşên çekdaran rabigire, lewra çekdarên Şîa tevlî şerî bûne ku niha li Îraqê hêzên cuda hene. Ev yek bixwe jî di paşerojê de dê bibe aloziyeke mezin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Şaxewan Delo