Kurd Bajarokê Til Hemîs li Rojava Rizgar Dikin

Bizavkar û nûnerên Kurdan ji Associated Press re dibêjin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berî demeke kin bajarokê Til Hemîs rizgar ya li herêma Cizîrê rizgar kir.

Til Hemîs wek navendeke girîng ya Dewleta Îslamî ye ku gelek êrîşên hember Qamişlo û bajarên din yên Kurdan jî wê deverê dihatin rêvebirin.

Berdevkê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Newaf Xelîl jî piştrast kir ku Til Hemîs niha di destê YPG de ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku YPG û hevalbendên wê yên Ereb, bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalîsyonê giheştin ber bajarokê Til Hemîs.

SOHR ragihand ku her kêm 175 şervanên DAIŞ di şerên dora Til Hemîs de hatin kuştin.

Associated Press herwiha radigihîne ku YPG li herêma Kobanê jî pêşveçûna xwe didomîne û deverên nû dixe bin kontrola xwe.

Your browser doesn’t support HTML5

Kurdên Qamişlo Rizgarkirina Til Hemîs Pîroz Dikin