Serokkomarê Îraqêِ li Duhokê Ye

Li roja Çarşembî Dr. Foad Masum serokkomarê Îraqê digel şandekê gehişt bajarê Dohuk û ji layê parêzgerê dohuk û civata parêzgehê û endam perlemanên îraqê û rêveberên mîrî ve pêşwazî lê hate kirn.

Li roja Pêncşembê digel li roja bîranîna serhildana1991 li ranîya serokkomar digel qaymeqam û rêveberên nahîa û civata parêzgeha dohuk kombu. Di wê kombunê da behsê rewşa awaran li parêzgehê û wê harîkarîa kêm ya hikûmeta Îraqê bu van awaran kirîn hat kirin û dîsan rulê parêzgeha dohuk bu hewandina van hemî awaran li dohuk.

Di berdewamîa seredana xwe da serokkomarê Îraqê dê seredana qeza Şêxan ket û çav bi Baba Şêx û çendîn kesayetîyên Êzdî li wê deverê kevît.

Piştî wergirtina postê serokkomarîya Îraqê, eve yekem care Dr. Faad masum seredana parêzgeha Dohukê diket û ji nêzîk ageh ji rewşa parêzgehê û awaran dibît.

Your browser doesn’t support HTML5

peyamêr Selam Balayî

Your browser doesn’t support HTML5

peyamêr Selam Balayî