Yekîtiya Ewropayê sizayên Nû li Ser Rejîma Sûriyê Dibire

Logoya YE

Encûmena birêvebirina Yekîtiya Ewropa îro îniyê ragihand ku wan asta sizayan li ser rejîma Sûrî bilind kiriye.

Di encamê de 7 kesên din ketine lîsta sizayan, li kêleka 6 saziyên din wekî bank û kompanyên Sûrî.

Hîn navên wan kesan diyar nebûye, lê wê di daxuyaniyeke fermî de sibê Şemiyê bên belavkirin.