Hamid Al-Mutlig: Sunnî Dixwazin Ji DAIŞ Rizgar Bin

Hamid Al-Mutliq: Deverên Sunniyan wêran bûn ji encamê hêrîşên DAIŞ lê em bi hîvî ne pitir wêran nebin bi kiryarên derxistina wan.

Hamid Al-Mutlig, endamê perlemanê Îraqê û cêgirê serokê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê gote Dengê Amerîka kû Erebên Sunnî kêfxweşin bi kiryarên derxistina DAIŞ ji deverên Sunniyan, lê tirs heye kû hêzên milîtanên Şîa’a zêdegavîyan bikin ser xelkê û rewşa wan herêman aloz bikin. Wî got, Deverên Sunniyan wêran bûn ji encamê hêrîşên DAIŞ lê em bi hîvî ne pitir wêran nebin bi kiryarên derxistina wan.

Birêz Al-Mutlig got jî, rêbazên şaş yên Amerîka, Îraq kire meydan ji Îranê re. Niha jî hebûna wan di Îraqê de bi hêze û kes nikare haşa bike.

Jibo guhdariya naverokê hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Hamid Al-Mutlig fayilê deng veke;

Your browser doesn’t support HTML5

Helwîstê Suniyan ji serên dijî DAIŞ