Șervanên Kurd Li Dijî Daiș Serkeftinan Bi Dest Dixin

Kurdish fighters

Gurûpeka çalakdar û berpirsekî Kurd dibêjin șervanên Kurd destkeftinan bi dest dixin dijî çekdarên Daiș li bakurê rojhilata Sûriyê di demekê de ku êrîșên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka berdewam in.

Nasêr hej Mensûr, ku berpirsekî berevaniyê ye li hêrêma Cizîrê, îroj șemiyê ragihand ku șervanên Kurd gundê Til Mixas li parêzgeha Hesekê ji bin bin destê Daiș rizgar kirin.

Ev yek ji aliyê çavdêriya mafê mirov de jî ku bingeh li London e hate ragihadin.

Hêzên serekeyên Kurdên Sûriyê YPG roja înê bangî Koalisyonê kirin da êrîșî Daiș bikin li Parêzgeha Hesekê.