Avaşîn Yorulmaz: Piroseya Aştiyê Di Nav Kurdan û Hikûmeta Tirkiye De Zû Nayê Pêkanîn

Avaşîn Yorulmaz

Pirsgirêka Kurdî li Tirkiye ketiye qonaxeke nû ji danûstandinê, piştê şerê ji 30 salî zêdetir di nav Hikûmeta Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku piroseya Aştiyê tê giftûgokirin bi rengekî fermî di nav fermandarên Hikûmetê û rêberên PKK. Lê hîna jî ew rastî astengî û kêşeyan tê û neketiye warê piratîkê .

Nivîskar Avaşîn Yorulmaz di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re dibêje ku bawerî bi Hikûmeta AKP nayê û divê ew gavnî rasteqînî bavêje di pêvajoya Aştiyê de mîna berpirsê dewleta Tirkiye û pêkahatiyên wê.

Herwisa jî rêzdar Avaşîn dibêje piştî berxwadana Kobaniyê hikûmeta Amerîka helwesta xwe ji Kurdan guhert û êdî bi erênî li doza Kurdî dinêre, herwisa jî aliyên Kurdî helwestên xwe ji Amêrîka guhertine û dilxweşiya xwe jê re diyar dikin di helwestên xwe yên siyasî de.

Your browser doesn’t support HTML5

Avasin Yorulmaz-03-14-15-LA.wav