Di Êrîşan de Bi Dehan Kes li Pakistanê Hatin Kuştin

Di encama cotpeqînan de li pêş dêrên Krîstîyanan li Pakistanê herî kêm 14 kes li bajarê Lahor hatin kuştin.

Karbidest didine zanîn ku dora 70 kesên din jî di wan êrîşan de hatin kuştin. Karidestên nexweşxaneyan jî ragihand ku rewşa 30 kesên birîndar di rewşeke krîtîk de ye.

Dîdevan dibêjin, 2 çekdar îro Yekşemê hewil dan ku têkevin hindurê cîhên îbadetê li taxên Krîstîyanan, lê dema ku nobedaran ew sekinandin, bombeyên ser xwe peqandin.

Karbidest dibêjin,gruba Jamaat-ul-Ahrar ku nêzîkî Talîbana Pakistanê ye, berpirsîya wan ew êrîşan rakir ser xwe.