Dr. Sededîn Melle: ENKS û TEV-DEM ji Rêbaza Kurdayetî Dûr Ketine

Ligel hebûna rêkeftina Hewlêr 1 û Hewlêr 2 û li dûvre rêkeftina Duhokê lê hişta aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nikarin bihevre kar bikin.

Di hevpeyvînekê da ligel Dengê Amerîka Dr. Sededîn Melle dibêje, berjewendiyên siyasî û kesayetî di nav TEV-DEM û ENKSê de bûne eger jibo negihiştîna yekîtiyekê jibo birêvebirina Rojavayê Kurdistanê.

Herwesa birêz Melle da zanîn, ENKS wê li jêr bandora Hevpeymaniya Nîştimanîya Sûrî û dewleta Tirkiyê ye, li dema ku TEV-DEM ketiye bin bandora Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku nebûna biryara serbixwe herdu aliyan ji hev dûr kiriye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin digel Dr. Sededdîn Melle