6 kes li du wîlayetên Amerîkî hatin girtin ku girêdana wan bi vekolîneke terorê hebû.
Desthilatdar dibêjin, ev kesên genc çûbûn Sûriyê da ku ligel mîlîtanên wekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bikin.
Ben Petok, berdevkê Ofîsa Dozgerê Giştî li wîlayeta Minnesota ragihand, ev girtin roja Yekşemê li bajarên Minneapolis û San Diego pêk hatin. Wî ti agahî derbarê tawanan neda.
Kyle Loven, berdevkê Ofîsa Minneapolis ya FBI got ku 6 kes Yekşemê hatin girtin, lê ti agahiyên bêtir di vê derbarê de neda.
Ofîsa Dozgirê Giştî û FBI plan dikin ku di konferanseke rojnamevanî de îro Duşemê hûrgilîyên operasyona dijî terorê eşkere bikin.
Desthilatdar dibêjin, jimareke rûniştvanên Minnesota di nav sala borî de çûne Sûriyê da ku ligel mîlîtanan şer bikin.
Bi kêmî yek kesê ji Minnesota di dema şerê ligel DAIŞ de hatiye kuştin.