Astengên li Pêş Kempêna Hilbijartinên Tirkiyê

Di kempêna hilibjartinên 7ê Hezîranê de jibo parlamena Tirkiyê, Partiya Demokrata Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan ve û çend aliyên dî ji aliyê hikûmetê ve rastî astengan dibin.

Berî du rojan fermandarê Erzincanê (Erzerûm) daxwazeke HDP'ê red kir jibo lidarxistina girseyeke cemawerî li nîva bajarî.

Namzedên HDP'ê dixwestin beşdarî civînan bibin û jibo piştevanên xwe biaxivin. Li gora rojnameya Today Zaman ya bi zimanê Îngilîzî li Tirkiyê, li Enqerê jî ala û diruşmên partîyên dî xistine erdê.

Di bernama îro ya Em û Siyaset de, emê astengên li pêş kempêna hilbijartinan li Tirkiyê gotûbêj bikin. Mêvanên me yên vê bernamê ev in: rêzdar Mehmet Akar, serokê AKP ya desthilatdar li Amedê û Omer Onen, hevserokê HDP'ê li Amedê.

Your browser doesn’t support HTML5

Em u Siyaset 04_27