Konferansa jinûve avakirina Kobaniyê li Amedê li Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn destpê kiriye, bi beşdarîbûna 350 kesên çalakvan û berpirsan ji her çar perçên Kurdistanê.
Dr. Muselem Talas, abûrînas û mamosteyê beşê abûriyê li zanîngeha Mêrdînê, di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re balê dikşîne ser mijarên konferansê û derfetên peydakirina alîkariyê ji bo Kobaniyê .
Dr.Talas dibêje, konferans gaveke baş e lê divê nekeve bin siya ajendeyên siyasî yên aliyekî û divê bi zanebûn ev rewş bê giftûgokirin da ku bi serkeve.
Di heman demê de wî qala projeya xwe ya abûrî di derabrê jinûve avakirina Kobaniyê kir û got pêşî divê serjimartin ji ziyanên heyî re bê kirin û li gorî wan gavên din bên avêtin.
Your browser doesn’t support HTML5