Desthilatdarên Îraqî beşê yekem ji şervanên mîlîşyayeke Sunnî amade kirine da ku şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bikin. Di vî nifşê yekem de 1000 kes cih digirin ku biryar e li parêzgeha Enbar ya rojavayê Îraqê şerê DAÎŞ bikin.
Parêzgarê parêzgeha Enbar yê ku nû hatiye destnîşankirin, Suheyb el Rawî ji van şervanên nû re got ku ev destpêk e jibo rizgarkirina Enbarê. Tê texmînkirin ku dora 65 ji sedî ji rêjeya parêzgeha Enbar di nav sal û nîva dawî de ketiye dest çekdarên DAÎŞ.
Êl û eşîrên Sunnî li Enbarê roleke girîng di têkbirina el Qayîde de sala 2006 lîstin, lê piştî ku hikûmeta Serokwezîrê berê Nûrî el Malîkî hat, piştgiriya darayî li ser hêzên Sunnî hate birîn. Gelek ji wan jî hatine kuştin, dema ku DAÎŞ derbasî parêzgehê bû.
Gelek caran daxwazên rêberên eşîrên Sunnî dihatin paşguhxistin, jiber ku hikûmetê bawerî bi wan nedikir û digot ku dilê gelek ji Sunniyan ser bi DAÎŞ ve ye.
Di şerê dijî DAÎŞ de li Enbar ewê her ji aliyê hêzên taybet ve were berdewamkirin, lê ewê mîlîşyayên Sunnî roleke girîng bilîzin jibo kontrolkirina deverên ku ji dest DAÎŞ werin derxistin.