Kîto Sîno:Huner Mirovan Azad Dike

Hunermendê Şêwekar Kîto Sîno ji rojavayê Kurdistanê ye. Ew di sala 1967'an de li Gundê Herem Reş li parêzgeha Hesekê ji dayik bûye û ji sala 1988'an de ji welêt derket û bo xwendina hunerê berê xwe daye Moskow.

Kîto di sala 2000'an de berê xwe da Belçîka û ta vê demê li wir bi cî û war bû.

Kîto berhemên xwe yên hunerî bi şêweyekî taybet dide nasîn, ku alav û materyalên cêwaz nabin kelem li ber derbrîniyên wî, sawrir û xewnên wî wek hunermend.

Kîto başdarî gelek pêşengeh û çalakiyên hunerî li welatên Erwupî bûye û kar û berhemên xwe pêşkêş kirine.

Naveroka projeya Kîto li ser mirovan, pirsên wicdanî di nav berhemên xwe de bi rengekî hestyar û tenik tîne ziman.

Ka em bi hev re xêrhatina Kito bikin û li çîroka wî guhdarî bikin .

* ji bo bêtir zanîn li ser Kîto vir kilîk bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Kîto Sîno-05-12-LA.wav

Berhemên Hunermendê Şêwekar Kîto Sîno