Ehmed Hiso Rewşa Aborîya Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne

Şerê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bandora xwe daye ser rewşa aboriya rojane ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û zor û astengî daye ber peydakirina alavên rojevê ji xwarin, vexwarin û pêwîstîyên rojane.

Ehmed Hiso ji Dengê Amerîka re dibêje rewşa ewlehiyê aram bû ye, lê belê hîna astengî û zorî di jiyana rojane de heye.

Hiso herwisa got ku gel bi hev re alîkariyê dike û berevaniyê di ber ax û malê xwe de dike û bi alavên kêm jiyana xwe li bajar û gundên Kurdistanê berdewam dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Ehmed Hiso-5-14-15LA.wav