Li Ramadî DAIŞ di 2 Êrîșan De 10 Leşker û Polîsên Îraqî Dikuje

Îroj yekșemê otombêlên bumbe kirî deh serbaz û polîsên Îraqî kuștin li bajarê Ramadî, di demekê de ku çekdarên Dewleta Îslamî șer dikin ji bo kontrolkirina paytexa parêzgehê ku wan hefteya borî ala xwe li ser hildan .

Teqînan hêzên parastinê ji xwe re kirin armanc ku bûn hokara pevçûnên giran li gel gyrûpa serhidêr.

Li Sûriyê, hêzên hikûmetê çekdarên DAIŞ ji bajarê dîrokî Tudmur vegerandin, piștî șerekî ku bi dehan kuștî li dû xwe hîștin û gef da ser șûneka kelepora cîhanî ya UNESCO.

Hêzên hikûmî yên Îraq û Sûriyê berdewam in di rikberiya pêșketinên DAIŞ de li ser erdê, di demekê de ku koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka, bi awakî rojane êrîșên esmanî dibe ser çekdarên DAIŞ